Arakçî bêyî ku bi şandeya DYA’yê re bicive ji Îslamabadê veqetiya

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî, piştî temamkirina hevdîtinên xwe yên li Pakistanê ji Îslamabadê veqetiya. Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf, hevdîtin wekî "dostane" pênase kir

Li gorî nûçeya dezgeha nûçeyan a Libnanê al-Mayadeenê, Abbas Arakçî piştî hevdîtinên bi rayedarên Pakistanî re ji Îslamabadê veqetiya û berê xwe da Maskata paytexta Siltanatiya Omanê. Li gorî nûçeyên di medyaya Îranê de cih girtine, Arakçî ji Pakistanê derbasî paytexta Keyatiya Omanê, Maskatê bûye.

Derbarê dema hatina şandeya DYA’yê ya ji bo Pakistanê de hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Dihat payîn ku şandeya DYAyê ya ji Steve Witkoff û Jared Kushner pêk tê, ji bo bi nûnerên Îranê re bicive biçe Pakistanê.

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf, piştî hevdîtina bi Arakçî re li ser medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û têkiliyên xwe wekî " dostane" nirxand.

Şerîf di daxuyaniya xwe de wiha got: Me li ser rewşa niha ya herêmê bi berfirehî pevguherîna ramanî kir. Her wiha, me mijarên di berjewendiya her du aliyan de ne, di nav de xurtkirina têkiliyên Pakistan û Îranê, girtin dest.